PDK'ê namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere kir

PDK'ê ragihand ku namzetê wan ê Serokkomariyê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê yê heyî Fuad Husên e.

NAMZETÊ PDK'Ê YÊ SEROKKOMARIYÊ

Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya li parlamenta Iraqê Şaxewan Ebdullah li ser namzetê partiya xwe yê ji bo postê serokkomariya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Şaxewan Ebdullah ragihand ku wezîrê karên derve yê niha yê Iraqê Fuad Husên ji bo namzetê PDK’ê yê ji bo postê serokkomariyê Iraqê destnîşankirine.

Hêjayî gotinêye ku di civîna Mekteba Siyasî ya YNK’ê ku îro li Silêmaniyê hate lidarxistin de namzetê YNK’ê yê ji bo serokkomariya Iraqê hate diyarkirin. Piştî civînê, Berdevkê YNK’ê Karwan Gezneyî ragihand ku namzetê YNK’ê yê serokkomariyê Nizar Amêdî ye.